1. Strabêj û hunermenda faris. Na ne faris e mazenderanî ye lê îranî ye û bi farisî distrê. Awaz û şiroveyên wê gellek xweşa min diçin. Wextekî ji ber ku wê biçûna xorasanê û wê çend staranên kurdî bistra dewleta faşîsta îranê ew binçav kiribû. Hima bêje hunermendeke navdar e û li ewropa navê wê tê zanîn lê wekî hemû hunermendên kalîtedar ew li ba me pir nayê zanîn. Va ye ji we re straneke wê ya ku bi devokeke şikestî û bi kurmanciya xorasanê distrê ku mirov pê mest dibe, bexş dikim. videoyê du deqe pêşde bibin stran li wir dest pê dike dibe kû hun serê pêşî jê fehm nekin lê heya dîsgotinê bisekinin ku hunê hemû gotinan fehm bikin. edit: dibe ku kurd be jî... |
|
21.04.2015 23:12 ~23:16 |
ceso
|
2. Ew strana vê dawiyê li ser dev û zimanê mohsen namjoo digere berî wî jixwe ji hêla vê xanimê ve hatibû strandin Lê Li ber dilê min strana wê ya herî xweş eve aziz beshin kenaram yanî "delalo were ba min rûnê" vîdyoyê veke |
|
21.04.2015 23:37 |
ceso
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |